
Mangirtinên berfireh yên karmend û kedkarên nerazî di piraniya bajarên Îranê de, rojbiroj zêdetir û micidtir dibin.
Roja Înê 13ê Tebaxê, di çandîn bajarên Îranê de, mangirtin û xwenîşandanên berfireh yên nerizayetiya kedkar, ajotwan û kadrên dermanî û herwisa mamostayan, bi awayekî berfireh, hatine lidarxistin û daxwazên wan bi sedemên wek, paşketa hiqûq û heqdestan,neşiyan û bêkifayetiya berpirsan û cîdatîdanîn û berçavnegirtina hewcehîyên wan ji aliyê rejîmê ve û herwisa nedadperweriyê bûne hegera nerizayetî û mangirtinan.
Kombûna nerizayetî ya kedkarên girêbestî yên “Abfa” a bajarê Ehwazê, kombûna nerizayetî ya mamostayên “Nêhzet a Sewad Amûzî” û mangirtina kedkarên şirketa “Hêpko”di bajarê “Erak”ê, kombûna nerizayetî ya karmendên girêbestî û şirketî yên “Îsargeran” di Tehranê de bi rê ve çûn.
Herwisa kombûn û xwenîşandanên kedkarên “Heft Tepe” ji 2 mehan derbasbû, kombûna nerizayetî yên perestarên nexweşxaneyên bajarê “Meşhed”ê, kombûna nerizayetî ya kedkarên şirketa “Bazyaft” a “Ehwaz”ê, kombûn û mangirtina kedkarên “Fûlad a Cehan Ara” di bajarê “Xuremşehr”ê û xwenîşanda ajotvanên şirketa taybet a “Nidayê Bêh Aweran” di “Tehran”ê de, hatine lidar xistin.
Heya niha zêdetir ji 37 sendîkayên kedkarî bi belavkirina daxuyniyan ji wan xwenîşanderan piştewanî kirine.