Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mangirtinên seranserî ên kedkaran Neft û Petrokîmiyê berfirehtir dibin

13:22 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2021

Di çendîn bajan de mangirtinên kedkaran berdewamin û çendîn mangirtinên din ên kedkariyê bi armanca piştewanî ji wan zêde bûne û kedkar bi micidî wan mangirtinan berfirehtir û mezintir dikin.

Di demekê de ku 27 roje mangirtina kedkarên Neftger hêj berdewame û Karê 112 Palavtingeh û navendên Petrokîmî yê rawestaye, li zaf cihên dinê jî kedkaran man girtinyî, di bajarê Urmiyê de kedkarên pompê benzînan bi dayxistina cihên karê xwe tevlî mangirtina seranserî bûn û herwisa di bajarê Mêhran a gîrêdayê parêzgeha Îlamê , kedkarên girêbestî ên xwecihî mangirtineke berfireh lidar xistin û bi kombûneke nerizayetiyê telvî mangirtinên seranserî bûn.

Kedkarên şirketa “Arta Enerjî” ya petrokîmiya bajarê “Erdebêl”, kedkarên palavtingeha “Cofîr li parêzgeha Xûzistanê, tevlî mangirtinhên seranserî yên kedkarên warê neftê bûn.

Pêla bihêz a tevlîbûna kedkarên palavtingehan bi kempêna 1400 û mangirtinên seranserî yên kedkaran aboriya rejîma Îranê rastî şikestên girantir kiriye û rejîma Îranê heta niha nekariye wan pirsgirêkan çareser bike û xuya dike ku rejîma Îranê rastî qeyranên gelek dijwartir wekî xirabiya zêdetire rewşa abûrî bibe.