Hêzên deryayî yên Amerîka û Îsraîlê manoreke hevpar a deryayî bo heyamê 10 rojan li jêr navê “Berevaniya Rewa” li qiraxavên Îsraîlê bi rê ve birin.
Roja Duşemî 28ê Adarê, Fermandeyê Navenda Hêzên Deryayiya Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragihand: “Ew manora leşkerî li ser ewlehiya deryayan, pûçkirina mînên deryayî, mijarên tendirustî û çendîn mijarên din bi rê ve çûye”.
Zêdetir ji 300 personelên Amerêkayê ku ji tîmek pispor a melevaniyê di pûçkirina teqemeniyan de pêk hatibû û herwisa gemiya şer a “USSK” di vê manorê de beşdarî kiriye.
Devera operasiyona Navgana Pêncem a Hêza Deryayiya Amerîkayê rûberek nêzî 2 û niv milyon mayila 2cî li jêr kontrol de heye ku çendîn kendav û geviyan li xwe digre.