Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Manora Spaha Pasdaran ji bo çav tirsandina xelkê tê lidar xistin

19:20 - 3 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Spaha Pasdaran a rejîma Îslamî ya Îranê, roja 12`ê Rezbera 1397`an, wê manoreke berifireh di Kurdistanê de birêve bibe, ku di vê manorê de hêza Spah û besîc û kirêgirtiyên zêde û çekên giran yên zêde bo çav tirsandina xelkê bivêr yê Kurdistanê  wê bi kar bîne.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, Spaha Pasdaran a rejîma Tehranê, li roja 12`ê Rezberê dest dide bi li darxistina manoreke berfireh ku, di piraniya bajarên Kurdistan û parêgehên wekî,  Urmiyê, Sine, Kirmaşan û Îlamê de,  birêve dibe.

Li gorî zanyariyan, di vê manora Spaha Pasdaran de, bi nimayêşên hêza leşkerî û civînên berfireh yên Pasdaran û besîc û kirêgirtiyan û herwisa veguhastina çekên giran bo bajarên Kurdistan, û li ber çavê xelkê, li gorî gotina  wan bixwe dixwazin nimayêşa “Îqitdara” xwe nîşan bidin lê, di rastiyê de bo çav tirsandina xelkê wê birêve  bibe.

Li gorî nûçe û raportan, Spaha pasdaran tevî nimayêşkirina hêz û çekan, renge jî bi topbaran û karên terorîstî di Kurdistanê de, bi navê manorê bi encamp bide, û jiyana xelk û jîngeha Kurdistanê bi nimayêşên Spahê bixîne metirsiyê de.

Li gorî zaniyariyên ku di nav dezgehên rejîmê bixwe de gihîştine destê me, tevî hewlên zêde yên rejîmê bo zêdekirina hêza besîc û çêkdarkirin û bi kirêgirtinê, ku tirseke zêde hene ji ber serîhildana xelkê, bi taybet di nav neteweyên zilm lêkirî de, û ev manora bo veşartina tirsa rejîm û hêzên serkutkare di pêşeroja herifîna rejîmê  de.

Di kiriyar û siyasetên berê yên rejîmê de, ezmûn hatine wergirtin ku, di lidar xistina manor û nimayêşên bi wî rengî de, dibe ku rejîm bixwaze nişkêve derbeyekê ji xelk û têkoşerên siyasî bixîne, û li gorî gotina wan bixwe metirsiyên li ser hêzên xwe kêm bikin.