
Kurdistanmedia: Navendên leşkerî ên rejîma Îranê li Kurdistana Rojhilat berdewam manora leşkerî bi rê ve dibin, û hevdem perdê li ser çekên nû jî vêde didin.
Karbidestên leşkerî û ewlehiyê ên rejîma Îslamiya Îranê bona tirsandina xelkê carna li bajarên Kurdistanê manorên leşkerî bi rê ve dibin, û gefan li hizbên Rojhilat dikin, ku çalakiya van hizban bo me nahê qebûlkirin, û awayên herî tund bersiva wan didin.
Di vê derheqê de pasdar Mihemedhusên Recebî yek ji karbidetsên terorîstî ya rejîma Îranê li Kurdistanê bas ji vê kiriye manoreke mezin ya Spaha Pasdaran li bajarê Sine bi rê ve diçe.
Hevdem çend rojan berî niha li gora nûçegihaniyên rejîma Îranê, Hewanîroz a Kirmaşanê, manoreke 6 demjimêrî li navçeya gevriya Kenişt ya Kirmaşanê, ku çend km ji bajar dûr e , bi rê ve biriye, û li gor gotina navbirî, fermandê Hewanîroz ya Kirmaşanê, çendîn cureyên mûşekan ceribandine.
Ew manor di demekê de ne, ku Spaha Pasdaran a rejîmê di halê amadekariyan e bo manorên leşkerî di hemû parêzgehên Rojhilat, û her rojê li bajarekî bi rê ve dibe, û bi vê hêcetê hêzeke leşkerî ya zor dişîne Kurdistanê, û rejîm her berdewam e li ser veguhastina çekên giran bo Kurdistanê.
Hêzên leşkerî ên rejîma Îranê bi taybet Spaha Pasdaran bi hêceta manoran û parastina sînorên rojavaya Îranê, hêza leşkerî ş çekên giran dişînin bajarên Rojhilat.