Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Manovra leşkerî a hevpare Turkiyê û Azerbaycanê li ser sinûrê Îranê destpêkir

11:25 - 6 Çirriya pêşîn 2021

Piştî Manovr û leşkerkêşiya rejîma Îranê bo ser sinûrê Azerbaycanê di çend rojên derbas bûyî de, Turkiye û Azerbaycan ji bona bersiv û berteka gefên rejîma Îranê manovrekî hevpar li ser sinûrê Îranê destpêkirin.

Hevdem digel aloziya ku rejîma Îranê di çen rojên derbas bûyî de li ser sinûrê Azerbaycanê çêkirî, roja derbas bûyî hate ragihandin ku Artêşên herdûk welatên Turkiye û Azerbaycanê dê roja Sêşemiyê anku Îro dê manovrekî hevpare leşkerî li Nexcewanê li 10 Kîlometriya sinûrê Îranê birêve bibin.

Turkiye û Azerbaycanê eşkere kirine ku bi armanca bertek û bersiva leşker kêşî û manovra rejîma Îranê dê wê manovrê birêve bibin.

Di wê manovra leşkeriye hevpare Azerbaycan û Turkiyê de çek û cebirxanên curbicur dê bêne bikaranîn û ceribandin.

Rejîma Îranê tûşî şik û gumanan bûye û tabatî jêre nemaye û gefan diket ku nikare guhartinên cografiya ya nêzîkî sinûrên Îranê qebûl bike.

Azerbaycanê ba alîkariya Turkiyê kariye dest bi ser hinek nawçên Ermenistanê de bigre ku hev sinûr bû digel Îranê.

Îran Azerbaycanê sûçdar diket ku dixwaze Îsraîl bîne ser sinûrê Îranê.

Azerbaycanê peywendiyekî germ digel Îsraîl de heye û herwisa Turkiye ku endam NATO yê ye piştîwanê serekeye Azerbaycanê ye, û li hember de jî Îran piştewaniyê ji Ermenistanê dike.