Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Manovrên tirsandina xelkê di nava bajaran de

12:57 - 17 Gulan 2020

Gefên rejîmê ji tirsê egera serhildana xelkê piştî Korona yê bi dijî rejîmê wan rojan zêdetir dibin.

Wan rojane ku deshilatdarên rejîmê amadekariyan dikin ku wisa bidne xûyakirin ku Korona tevaw bûye û rewşa jiyana xelkê asayî dibe, hevdem rejîm nîgerane ku egera hindê hebe piştî ragihandina rewşa asayî, xelkê rojreşe Îranê bi dijî zilm û zordariya rejîmê dest bikne bi xwenîşandanan.

Ev çend şeve rejîm bi hêzeke çendîn girûpên sedan kesî ji Matorsivaran û teyar bi çek û emirazên tepeseriyê, kevtine manovr lêdana di nava bajarê Tehranê.

Rejîm baş dizane ku kerb û kîna xelkê vêzarbûyî ye Îranê bi dijî vî rejîm her gav renge biteqe û careke dinê xelk dest bikne bi xwenîşandanan.

Rejîm baş dizane ku ewa Korona bû ku karî xelkê mat bike, rejîmê nihajî cinazê hezaran kuştiyê Payîza derbas bûyî radestî malbatên wan nekirine û amade nebûye heta amara kuştî û birîndar û destbiserkiriyan jî belav bike.

Her li derheq nîgeraniya rejîmê ji egera zêde bûna nerizayetî û xwenîşandanan, roja Hefteya derbasbûyî Hesen Keseremî Fermandê Yêkeya hêzên tepeserkare Intizamî, ragihand ku em amadene bo berengar bûn û berahîk girtina her cure nerizayetiye kê.