Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Marc Garneau: “Reftara Îranê piştî Lêdana balafira Ukraynê bervajiyê wijdanê bûye”

13:30 - 14 Gulan 2021

Wezîrê Derve yê Kanadayê “Marc Garneau” li komîteyek a Parlemana Kanadayê de got: “Reftara hikûmeta Îranê li wan 15 mehên derbasbûyî de bi tewawî berwajiyê wijdanê bûye.

Roja Pêncşemî 13ê Gulanê, Wezîrê derve yê Kanadayê, “Marc Garneau”  tevî binavkirina reftara Îranê piştî lêdana balafira Ukraynê ji aliyê Spaha Pasdaran ve bi “bervajiyê wîjdanê”, ragihand her wisa got: “Heta em bersiva li derheq lêdana wê balafirê ji Îranê vernegirin, lipeyketin li ser wê mijarê dê berdewam be.

Nûçegihaniya “Reuters”ê li derheq gotina “Marc Garneau” de ragihand: “Gotinên nû yên Marc Garneau heta niha, tuntirîn helwêsta kanadayê li derheq xistinexwarê ye wê balafirê ye”.

Balafira Ukrayê ku hilgirê 176 kesan bû li demsala zivistana sala 1398an de ji aliyê hêza esmanî ya Spaha Pasdaran a terorîst bi lêdana 2 mûşekan, li esmanê Tehranê xiste xwarê û hemû kesên li wê balafirê de kuştin.

Li wê balafirê de, hevwelatiyên Îranî, Kanadayî, Ukraynî, Birîtaniyayî û Efxanî hebûn ku bisedema mûşekên Spaha Pasdaran û kevtine xwarê, canê xwe ji dest dabûn.

Spaha Pasdaran piştî derbasbûna çend rojan ji perdepoşkirin û çewtekariyan, bi sedema givaşa cîhanî îtiraf kir ku, ew balafir bi sedema mûşekên Spaha Pasdaran kevtiye xwarê lê, sedema bingehîn a wê lêdanê bi şaşiya mirovî binav kir.