Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Marco Rubio”: Hewce ye ku Amerîka li hemberî êrîşa mûşekî ya bo ser binke û baragehên Partiya Demokrat helwêstê bigire

12:48 - 19 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Senatorekî Komarîxwaz yê Amerîkayê yê li Senaya wî welatî deê êrîşa mûşekî ya Spaha Pasdaran ya bo ser binke û baregehên  Partiya Demokrat beşek ji hewlên rejîma Îranê bo nearamkirina deverê da zanîn û daxwaz ji welatê xwe kir da ku li hemberî vê kiryara rejîmê de helwêsta micid hebe.

Senator “Marco Rubio” yek ji endamê payebilind yê Senaya Amerîkayê ye, di “twitt”a xwe de êrîşa mûşekî ya Spaha Pasdaran ya bo ser binke û baragehên Partiya Demokrat şermezar kir, û daxwaza bersivdaneke tund û micid ji aliyê Amerîkayê  ve derheq vê êrîşa Komara Îslamî ya Îranê kir.

Navbirî got ku: Ev hewla rejîma Îranê beşek ji hewlên vê hikûmetê ne, ji bo afirandin alozî  û têkdana ewlehiya deverê û kiriyareke terorîstî ye.

Roja Şemî rêkefta 17`ê Xermananê (8`ê Îlonê) binke û baregehên Partiya Demokrat yên li bajarê Koyê di kûrhiya axa Herêma Kurdistanê de, ji aliyê Spaha Pasdaran a rejîma Îranê, hatine bombebarankirin, ku di vê bombebaranê de hejmareke xuya ji xebatkarên riya azadiyê şehîd û birîndar bûn.

Her piştî vê cinayeta şermokane ya rejîmê, gelê Kurd di Kurdistana Rojhilat de, bi yekdengî û yekhelwêstî ber bi pêşwaziya ji bangeşeya Partiyên Kurdistanê hatin û gireveke seranserî di Kurdistanê de rêk xistin ku, bersiveke dîrokî bû, ji desthilatdarên nerewa yên komara Îslamî re.

Di heyama çend rojan berî niha de jî, dewleta Birîtaniyayê, di daxuyanyekê de bi awayê fermî û bi tundî êrîşa mûşekî ya Spaha Pasdaran ya rejîma Îranê ya bo ser binke û baregehên Partiya Demokrat şermezar kir.

Ji aliyekî din ve balyozê  Birîtaniyayê yê li Îraqê jî, êrîşa mûşekî ya  Sapah Pasdaran ya bo ser binke û baregehên Partiya Demokrat şermezar kir, û di civîneke rojnamevanî de ragehand ku: “Armanca rejîma Îranê di vê êrîşê de kuştina xelkê sivîl bûye, ku bi tu awayî nayê erêkirin, û herçend ku her welatekî mafê parastina xwe heye lê, ev kiryara rejîma Îranê berevanîkirin nebûye, belku êrîşeke eşkere bûye bo ser welateke din, navbirî îşare bi vê jî kiriye ku rejîma Îranê rêz ji serweriya Îraqê negirtiye, û em gihîştine bi vê encamê ku ev êrîşa gellek metirsîdare û rewşa deverê aloz dike”.