Genêral “Mark Milley”, Serokê Stada Hevpara ya Hêzên Çekdar ên Amerîkayê, roja Pêncşemî 7`ê Nîsanê dijayetiya xwe li hember derxistina navê Spaha Quds a terorîst ji lîsteyê girûpên terorîst yên Amerîkayê nîşan da.
Navbirî di civîna Komîteya Hêzên Çekdar ên Senayê de got: “Bi nerîna min Spaha Quds saziyek terorîstî ye û ez ji vêdebirina navê wê saziyê ji lîsteyê saziyên terorîstî piştevanî nakim.”
Genêral “Mark Milley” roja Çarşemî jî dabû zanîn, rejîma Îranê yek ji çar gefên hertimî bo Amerîkayê ye.
Vêdebirina navê Spaha Pasdaran di nav lîsteyê saziyên terorîstî de, bûye yek ji mijarên girîng a berpirsên Amerîkayê.
Tevî vê ku hejmarek zêde ji Komarîxwzên Meclîsa Nûnereran û Senaya Amerîkayê ji vêdebirina navê Spaha Padaran ji lîsteyê saziyên terorîstî nerizayetiya xwe nîşan dabûn, di rojên derbasbûyî de jî, girûpek ji Demokratên Kongireya Amerîkayê jî, li dijî vê biryarê nerizayetiya xwe nîşan dan.
Roja 6`ê Nîsanê jî, 5 endamên Demokratan li Meclîsa Nûneran bi lidarxistina kombûnek rojnamevanî, digel derxistina navê Spaha Pasdaran ji lîsteyê girûpên terorîstî dijberî kirin.
Pêka gotina civînkeran di gotûbêjên Vîyenê de, tekeziya Îranê bo vêdebirina navê Spaha Pasdaran ji lîsteyê saziyên terorîstî mezintirîn sedem e bû gihîştin bi rêkkevtina Bercamê.
Spaha Quds yek ji taya Spaha Pasdaran a terorîst e ku heyamek zêde di bin fermandehiya terorîs Qasim Silêmanî de bû û piştî kuştina wî terorîstî ji aliyê Amerîkayê ve, niha ev saziye di bin fermandehiya terorîst Îsmaîl Qaanî de ye.
Hêzên Spaha Quds berpirsiyarê sereke yên operasiyonên leşkerî ji derveyê sînoran li seraserê cîhanê ye.