Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Maşîneke rejîmê ji aliyê werzêran ve hate şewitandin

17:41 - 18 Nîsan 2021

Werzêrên xelkê bajarê Birûcên li xwenîşandaneke nerizayetiyê li derheq veguhastina avê de, maşîneke “Saziya Av” a rejîmê şewitandin.

Roja şemî 17ê Nîsanê, werzêrên bajarê “Birûcên”  xwenîşandaneke nerizayetî lidar xistin ku bi sedema veguhastina ava hewce ya wan werzêran bo deverên dinê bû, wan werzêran nerizayetiya xwe bi şewîtandina maşîneke “Saziya Av” ya rejîmê dane nîşandan û herwisa maşîneke din jî xisar lêket.

Rejîma Îranê dixwaze ava hewce ya xelkê deverê ji wan bistîne û bi rêya boriyen avê ku 110 kîlometran dirêj in bo cihê din veguhaze, rejîma Îranê bi hêceta dabînkirina ava hewce bo parêzgeha “Kohgîlûye û Boyêr Ehmed”ê, ava deverên din ji wan distîne ku zêdetir bi armanca afirandina fitneyan e.

Devera Kohreng ku yek ji deverên pirav e, ava hewce bo çendîn deverên dinê dabîn dike, lê rejîma Îranê bi tedaxul li dabeşkirina wê avê û bi armanca afirandina fitneyan rewşa xelkê wan deveran aloz dike.

Bajarên wekî “Saman, Feruxşehir, Sifîd Deşt, Şehrê Kurd, Birûcin û çend bajarên din” pirsgirêka avê hene û rejîm naxwaze pirsgirêka wan bi awayekî serast çareser bike.

Rejîma Îranê berê jî ava hewce bo parêzgeha “Luristan”ê bi taybet ava bajarê “Birûcêrd” û deverên derdora wî bajarî ji wan stand û bi rêya boriyan ve bo bajarê Qumê veguhast.