Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Matthew Tueller: “Îran dibe rêz li serweriya Îraqê bigre”

11:30 - 22 Tebax 2021

Balyozê Amerîka li Îraqê “Matthew Tueller” tevî gotina vê yekê ku hevahengiyeke berçav di navbera hêza pêşmerge û arteşa Îraqê de çê bûye, daye zanîn ku dibe hikûmeta Îranê rêz ji serweriya Îraqê bigre.

Balyozê Amerîka li Îraqê “Matthew Tueller”di hevpeyvîneke rojnamevaniyê de ragihand: “Hêzên Amerîkayê li ser daxwaza hikûmeta Îraqê li wî welatî de dimînin lê hin girûp di Îraqê de pirsgirêkan bo hikûmetê çêdikin û dijayetiya wan Îraqiyane dikin ku dixwazin welatê xwe ava bikin”.

Herwisa “Matthew Tueller” got: “Di berjewendiya hemû aliyan de ye ku xwe ji sextekariyên li nav hilbijartinan biparêzin û “Joe Baiden” piştevanî li hilbijartina pêşwext dike”.

Herwisa  Balyozê Amerîka li Îraqê ragihand: “Îran dibe rêz li serweriya Îraqê bigre û Îraq digel Efxanistanê nayê berevirdkirin ew, du cihên cuda ne û erkê wan jî cuda ne”.

Rejîma Îranê bi tedaxul li karûbarên hundirê Îraqê û afirandina fitneyan û bi piştevanîkirina siyasî û aborî li girûpên girêdayê xwe li Îraqê tim hewl daye ku rewşa Îraqê aloz bike û di wan aloziyan de siyasetên xwe yên terorîstî bidomîne.

Hikûmeta Îraqê û piraniya xelkê wî welatî nerazîbûna xwe ji tedaxulên rejîma Îranê bi awayên cuda dane xuya.