Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Meclisa 11 an ya rejîmê dest bi kar bû

13:29 - 29 Gulan 2020

Roja pêncşemiyê Meclisa 11 ê ya rejma Komara Îslamî di civînekê de Pastar Mihemedbaqir Qalîbaf weke serokê vê Meclisê diyarî kir.

Pastar qalîbafê xwediyê derbas bûyî yekî tejî ji cinayet û mirovkujî, ba anîna 166 dengên erê di nava nûnerên Meclisa rejîmê de, weke serokê Meclisa rejîmê hate diyarî kirin.

Meclisa 11 an ya rejîmê di demekê de dest bi kar dibe ku, , Îran di gel dehan arîşan hembere, Abûriyekî herifî, jiyana xelkê di astê herî dijvar de, rejîm di astê navnetewî de tûşî şikestên mezin bûye, dîplomasiyekî şikest xwarî, tendirustiya xelkê welat di astê herî xirab de ye, diravê Îranê di astê herî bê qîmetiya xwe de ye, bêkarî, bihatî, bê dahatî, bê hivîtiya xelkê bi berdewamiya jiyanê, hemî ev arîşanane ku beroka Îran û Îraniyan girtiye.

Pasta Mihemedbaqir Qalîbaf deshilatdarekî herî Gendel û herî cinayetkare , ev ku Şaredarê Tehranê bû, bi Milyardan diav dizye û heya niha jî bersivder nebûye, ev di serhildana Xwendikarên Tehranê de biryar derê sereke ye tepeserî û kuştina dehan xwandikaran û girtina hezaran xwendikarên dinê bû.

Kêm herêmên Netewên bê mafe Îranê weke Kurd, Belûç, Ereb û Tirkemen mabin ku destê Qalîbaf heya enîşkê di xwîna xortên wan netewane sor nebibe.

Cinayetkar û pastarekî terorîstê wisa îca ku niha bûye serokê meclisê dê çi bîne serê Îrana vêran bûyî.