Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Meclisa rejîmê, dijberên Xamineyî bi kafir û Da`eş dide zanîn

17:20 - 14 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Endamekî komîsiyona ewlehiya meclisa rejîma Îranê gotiye, heke çek bikeve destê bestur(Yeqe)spiyan, dê weke Da`eşê, riftar bikin.

Endamê komîsiyona ewlehiya meclisa rejîma Îranê,“ Hişmetullah Felahetpîşe” derheqê Yeqe sipiyên Tekfîrî gotiye, heke çek bi destê wan Yeqe sipiyane bikeve, dê weke Da`eşê riftar bikin.

Ew karbidestê rejîmê bas ji wê yekê kiriye ku rejîm rastî komek ji Yeqe sipiyên Tekfîrî hatine ku mîna Da`eşêne.

Navbirî gotiye ku Yeqe spiyên Tekfîrî ew kesin ku bi wan emrazên ku li destê wande heye, bi amanca 2 alî kirina civakê kar dikin û dijî Xamineyî her karekê dikin.

“Felahetpîşe”, wan kesên ku bi dijî Xamineyî ne, bi Tekfîrî dihesibîne.

Ew karbidestê rejîma Îranê bo piştewanî ji Xamineyîyê rêberê rejîma Îranê, dijberan bi kesên tundajo dide zanîn, heya ku bikarin xelkê tepeser bikin.