Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Meclisa Sena ya Amerîkayê desthilata Tiramp li ser Şerê dijî Îranê sînordar kir

11:40 - 14 Şibat 2020

Civîna Senatoran bernivîsa ku desthilata Serkomar Donald Tiramp ya ser egera operasyona dijî Îranê sînordar kir û ew bernivîs pejirand.

Di dengdanê de, 45 Senatoran bo bernivîsê dengê nerênî dan û 55 ên din jî dengê erênî dan ku ji 8 wan Komarîxwazî bûn.

Li gor bernivîsa ku berê di civîna nûneran de jî hatibû pejirandin, divê Tiramp berî despêkirina Şer digel Îranê, ji Kongresê destûrê bixwaze.

Bo evê ku ew bernivîs bibe yasa, divê li civîna nûneran, careke din bikeve ber dengdanê û piştre jî, ji alîyê Tiramp ve dê bête wajokirin.

Tiramp berî dengdana li civîna Senatoran ser bernivîsa desthilata wî ya dijî Îranê sînordar dike bertek nîşan dabû, û daxwaz kiribû ku bila desthilata wî neyê sinordarkirin.

Wî li ser hisaba xwe ya Twitterê dabû zanîn, ku ew dijî Îranê karên baş dikin û gotibû ku ne dema dest girêdana min e.

Bernivîsa ku desthilata Tiramp sînordar dike, ji alîyê Senatorê Vîrcîniya û tim Demokratan ve hatibû pêşkeşkirin.

Tiramp nivîsîbû, ku hekî tiştekî wisa biqewime, Demokratîxwaz cehdê dikin ku Komarîyan şermezar bikin.