Piştî vê ku heyeteke Îsraîlê digel “Mixaîl Olyanof”, nûnerê Rûsyayê li saziya NY û serokê girûpa Rûsyayê li rewta danûstanên Lhevkirina Bercamê, li Viyanayê hevdîtin pêk anîn, medyayên girêdayî rejîma Îranê jî, li hember wê hevtdîtinê dijkiryar nîşan dan.
Malpera “Nornews” a girêdayî Şêwra Ewlekariya rejîma Îranê dijkiryarek tûnd li hember Îsraîlê belav kiriye û dayediyar kirin ku: Îsraîlê dewreke hilûşandinê li birêveçûna rewta Lhevkirina Bercamê de hebûye.
Herwisa wê malperê bi awayeke nerasterast dewleta Rûsiye rexnekiriye û gotiye: Welatê Rûsiye xwe li hember dîtingeha giştî a navxweyî a Îran û cîhanê de weke, Hevalbendê pile yek yê Îranê nîşan dide lê, ev yek newek rastiyê ye.
“Nornews” wuha daye weşandin, ev riwîtiya Îsraîlê di vê rewşa hestyar a niha de, sebeba astengiyane li pêş vegeşîna danûstandinên Viyanayê de.
Li dîtingeha çavdêrên siyasî, “Kirêmlîn” hebûna peywendiyên dinavbera xwe û “Orşelîm”ê ji peywendiyên digel Tehranê pê girîngirin û îzin nade ku destê rejîma Îranê ji çeka navkî re bigihîje û bona pêşîgirtin ji zêdexwaziyên navkî yên rejîma Îranê , alîkariyê dide welatên Rojava û Îsraîlê.