Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Medyayên ser bi Spaha Pasdaran gefa girtina geviya Hormozê dixwen

11:54 - 12 Hezîran 2022

Rojnameya “Cewan” a ser bi Spaha Pasdaran a terorîst, roja Şemî 11`ê Hezîranê, nivîsî ku eger welatek li hember firotina nefta Îranê astengiyan çê bike, divê Îran jî aloziyan ji bo neftkêşên wan di kendavê de çê bike.

Di berdewamiya rûbirûbûna rejîma Îranê digel Civaka Navnetewî û gefên berpirsên Tehranê ji bo nearamkirina navçeyê, rojnama “Cawan” a girêdayî Spaha Pasdaran a terorîst, gef li aramiya kendavê bi kiryarên wêranker û têkdana hinartina neftê li geviya Hormozê xwar.

Wê rojnameya ser bi Spaha Padaran nivîsiye: “Eger biryar be pêşiya firotina nefta Îran bê girtin, çima Îran rê bide gemiyên ku neft û bazirganiyê li kendav dikin, bi aramî ji geviya Hormozê derbas bibin”

Wê rojnameya tundajo îşare bi du neftkêşên Birîtaniyayî yên ku sê sal berî niha ji aliyê Spaha Pasdaran ve hatine dizîn kiriye û nivîsiye ku ev dikarin car din vê kiryarê dubare bikin.

Amerîkayê heta niha derheq nearamiya kendavê ji aliyê rejîma Îranê ve çendîn caran huşdarî daye û daye zanîn ew îzn nade ku rejîma Îran kendavê bi ser gemiyên neftkêş û bazirganî de nearam bike.

Piştî vê ku rejîma Îran rastî dorpêçên aborî û firotina neftê ji aliyê Amerîkayê ve hat, her neftkêşek Îranî di her cihekê de bê dîtin dê dest bi ser de bê girtin.

Li 15`ê Nîsana 2022`an neftkêşa “Lana” ya Rûsiyayê ku hilgirê 100 hezar ton nefta Îranê bû, ji aliyê Yûnanê ve hate girtin.

Rejîma Îranê jî bertek nîşan da û li meha Gulanê dest bi ser du neftkêşên Yûnanê de girt û gefa destbiserdegirtina 17 gemiyên din yên Yûnanê ku di kendavê de bûn, xwaribû.