Wezareta Dad a Îranê daye zanîn ku hejarî û nizimbûna asta çand, du sedemên bingehîn yên zêdebûna zevaca zarokan di Îranê de ye.
Roja Sêşemî 16ê Şîbatê, Cihgirê Mafê Mirov û Karûbarê Navnetewî yê Wezareta Dad yê rejîma Îranê, “Mehmûd Ebbasî”, bi tekezkirin li ser zêdebûna zavaca zarokan di Îranê de ragihand: “Zevaca zarokan pêka yasayan tawan e û ceza heye”.
Herwisa navbirî daye zanîn ku “zêdetir ji 1 li ser 3 a nifûsa Îranê kesên di bin temenê 18 saliyê de ne”.
Zevaca zarokan bi her awayekî tawan e, lê hin biryarên rejîma Îranê rêxweşkerê zevaca zarokan in, û rejîma Îranê înkara zevaca zarokan dike û heta navê zevaca zarokan guheriye û navê zavaca “Pîş Res” ankk “zû gihayî” li ser daniye û bi vî awayê wê tawana reş perdepoş dike.
Berê Serokê Saziya Dabînkirina Civakî û Cihgirê Wezîrê Hundir yê rejîma Îranê, “Teqî Rostemwend” înkara zevaca zarokan kiribû û ew bi zevaca “Pîş res” bi nav kiribû û gotibû ku “ew yasayî û şer`î” ye.
Krîzên aborî, seqetbûna yasayan, derfetçîtiya hin kesan û înkara zevaca zarokan bi tenê aliyek ji jiyana tarî ya zarokan e, civakek ku firotina endamên laşê mirov wekî gurçik, pişik û heta dil heye, zevaca keçên zarok di temenê kêm heta di 10 - 12 saliyê de jî heye û rejîma Îranê re ew, asayî ye.