Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mehmûd Ehmedînijad hilbijartin tehrîm kir

12:28 - 27 Gulan 2021

Şêwraya Nigehban daxwaza berbijêriya Mehmûd Ehmedînijad bo Serkomariya Îranê red kiribû ku berteka Mehmûd Ehmedînijad li pey xwe anî, û navbirî hilbijartina Serkomarî tehrîm kir.

Mehmûd Ehmedînijad ku li 2 dewreyan de Serkomarê Îranê bû, daxwaza wî bona berbijêriya Serkomariyê ji aliyê Şêwraya Nigehban ve hate redkirin û navbirî di vê derheqê de got: “Ez li hilbijartina Serkomariyê de beşdariyê nakim û alîgirî li ti berbijêrekî jî nakim”.

Herwisa navbirî îdia kir ku redkirina daxwaza wî bona berbijêriya Serkomariyê bê hebûna ti belgeyekê ye û herwisa îdia kir: “Bi sedema rewşa welat û rêzgirtin ji xelkê, min xwe bêdeng kiribû, lê wê carê li ser daxwaza xelkê min navê xwe bona serkomariyê nivîsandiye û min ragihandiye hekî berbijêriya min red bikin, ez beşdarê dengdanê nabim û wê bi fermî nas nakim û ji ti kesî jî piştevaniyê nakim”.

Herwisa Mehmûd Ehmedînijad îdia kir: “Redkirina wî bona berbijêriya Serkomariya Îranê, bêrêzîkirin bi xelkê û binpêkirina yasaya bineretî bû û ez dê li pey bikevim, bila bên û li bernameyeke zindî ya Televîzyonî de û bi amadebûna min bidin xuya ku bi ti hêcetekê ez red kirime û ez bersivê bi wan re bidim”.

Şanoya hilbijartin di Îranê de her rojê listokekê li xwe digre ku armanca bingehîna wan şanoyan ku her carê ekterekê dide berçavê xelkê, rakêşana xelkê bo ser sindoqên dengdanê ye û pêka berevirdên navxweyê Îranê beşdariya xelkê dê bi qasa herî kêm be.