
Rêkevta 16ê Xezelwer a 1399an a Rojî, “Mehmûd Seferî” kurê “Mihemedşerîf” endamê kevnar ê PDKÎ û xelkê bajarê “Merîwan”ê piştî temeneke serbilindane bi sedema nesaxiyê malawayî ji gel û nîştimanê kir.
Mehmûd di sala 1363an de tevlî refa endamên nehênî yên PDKÎ dibe û bi dilsojiyeke zêde erkên Hizbê bi rê ve dibir û alîkariya kadir û Hêza Pêşmerge dikir.
Ew endamê çalak, ciwanên nîştimanê han dida ku tevlî refa Pêşmergên Kurdistanê bin û bawerek kûr bi serkevtina xwbata gelê xwe hebû.
Xwedêjêrazî heya dawiya jiyana xwe wefadar bi rê û rêbaza PDKÎ ma. Termê “Mehmûd Seferî” li girseya wî bi axa pîroz a Kurdistanê hate spartin.
Pariya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbat û xizim û kesûkarên xwedêjêrazî û xwe havparê xema wan dizane.