Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mela Aware stêrka geş di esmanê tevgera 46-47 (67-68’an a Zayînî)

14:10 - 11 Tebax 2014

Arif Vêlzî

Tevgera 46-47 (67-68’an a Zayînî) herçend ku şoreşek tejî ji xwîn û qurbanîdan bû, lê weke qonaxaeke bi şewq û pirr ji cangorîtiya PDKÎ tê hesibandin. Di vê şoreşê de rast e ku desteyeke 38 kesî ji tekoşerên weke Mela Aware, Mo’înî, Seyîd Fetah Nizamî, Simayîl Şerîfzade, Mîneşem, û BapîrŞikak (Niho), tevî çend hevalên xwe li Somaya Urmiyê canê xwe kirin goriyê rizgariya gel û nîştiman, lê di rastî de ew şoreş bû sedema peyman nûkirina xelkê Kurdistana Rojhelat di gel tevgera xwe û vejiyandin û rêkxistina pêşmerge, ku ji sala 1332 (1953) şûnde, di gel jevbilavî û kêmbûna çalakiyan bibû.

Mela Ehmed Hemewend naskirî bi Mela Aware, yek ji wan tekoşeran bû ku bi sedema bilindahiya hesta neteweyî, hest bi belengaziya neteweya xwe kir û her di temenke kêm de, piyê xwe danî nav cîhana pirr ji evraz û nişîv a Kurdayetiyê, û di salên 46-47 (67-68’an a Zayînî) de, roleke berçav lîst. Gellek nekêşa ku bi sedema hezkirina xelkê û hûrbîniya di karûbarên rêkxistinê de, mela Aware di asta herêmê de, bû cihê baweriya xelkê û hevdem bû metirsî bo ser mozelanên rejîma Paşayetiyê di herêmê de. Lewra Sawak ji bo şehîdkirina vî xortê fîdakar dest bi pîlandarêtinê kir.

Sawak û dezgehên ajantiyê ên rejîma Pehlewî 5-6 salan hewil dan ku navbirî bixin davê, lê hewlên wan bê encam bûn.

Lê berpirsyarên rejîmê destê alîkariyê bo aliyê kirêgirtî û xwefiroşên xwecihî yên Kurd dirêj kirin, û piştî heyameke kurt û bi pîlaneke darêtî mela Aware û çend hevalên wî bi dîl girtin.

Helbet şêweya girtina wî qehremanî hêşta rohn nine, lê li gorî axavtina xelkê vê herêmê Mela Aware di dema çareserkirina nakokiya çend cotyaran de, ji aliyê xwefiroşeke herêmê ve di gel Rehmanê Wetman Çavşîn û mela Kece jehrxwarî têne kirin, û radestî hêzên rejîma Şah têne kirin, hinek kes jî dibêjin ku Mela aware bi riya sîxorên navxweyî ve hatin girtin.

Ya balkêş ew e ku piştî çar mehan îşkenceyê, Mela Aware navê yek kesî jî ku di rêkxistinê PDKÎ de kar dikirin eşkere nekir û bi vî awayî hem selmand ku nepeniyên gel û nîştiman bo heta-heta di nav dilê wî de dimînin, û hem jî wî şehîdbûna bi vî awayî, wate şehîdbûn bi parastina nihêniyan ve pê baştir bû.

Her eva bû ku di 11’ê Gelawêja sala 1347 (1968) ew bi du hevalên xwe re li bajarê Serdeştê hatin gulebaran kirin, û tevlî karwanê nemirên gel û nîştiman bûn, lewra di cihê xwe de ye ku di salvegera şehîdkirina van tekoşeran de, li hemberî berxwedaniya wan de serê rêz û hurmetê bitewînin û di gel riha pak ya wan peymana emegdariyê nû bikin.