
Kurdistanmedia: Pêşnimêj û nûnerê rêberê rejîma Îslamî, Mela Qadir Qadirî, di bajarê Pawe de, bi alîkariya Spaha Pasdaran a terorîst a wî bajarî, di hewlê de ye ku dijkiryarekî li dijî nerizayetiyên xelkê bide.
Pêka nûça ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, Mela Qadir Qadirî, nûnerê Xamineyî û pêşnimêjê bajarê Pawe, bi alîkariya Spaha Pasdaran a terorîst a wî bajarî, dest bi amadekirina pilakardan kirine ku dijkiryaran li dijî xelkê nerazî bidin û bi çewtekariyan wê pirsê ji rê derxînin.
Di ser hindek li wan pilakartan, peyam û nivîsên ku bi awayekî ne ku xwe ji rejîmê re nîşan didin. Li Ser hinek jî wan pilakartan, xwenîşandana xelkê nerazî li dijî bilindbûna nirxa benzînê şermezar kirinê.
Nûçegihanê “Kurdistanmedia”yê, di vê derheqe de ragihandiye, pilakartên amadekirî, li ber derê Mizgevta bajarê Pawe daliqandine û di dema ku xelk li Mizgevtê têne derê, wêneyên wan girtine ku, anku eve xelke ku, wan xwenîşandanan şermezar dikin û piştevanî ji rejîma Îranê kirine.
Mela Qadir Qadirî, di piraniya demên ku rejîm ketiye metirsiyê, bi alîkariya navendên ewlehî yên rejîmê û bi taybet hêzên serkutkera ên Spaha Pasdaran a terorîst ve, pilanên nû dadirêjin û bi çewtekarî û serşorî di hemberî berpirsên rejîmê de, hewl dide ku cihê pê xwe di vê rejîmê de qahîmtir bike.