Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Menca 4 a Koronayê dê Îranê bigre ber xwe

12:45 - 2 Nîsan 2021

Wezareta Tenduristî ya rejîma Îranê ragihand, ku belavbûna vîrûsa Koronayê wekî mencekê, dê Îranê bigre ber xwe û krîzan biafirîne.

Roja Pêncşemî 1ê Nîsanê, Wezareta Tenduristî ya rejîma Îranê bi şandina “SMS”an tekezî li ser zêdebûna bi lezgînî ya pêketina xelkê bi  Koronayê kiriye.

Çend rojan berî niha, Berdevkê Stada Lihemberderketin li dijî Koronayê yê rejîma Îranê, “Elîriza Reîsî” tevî îşarekirin micid bi menca 4 a Koronayê li seranserê Îranê ragihandibû ku, belavbûna vîrûsa Koronayê li rojava û navenda Îranê destpêkiriye û ber bi rojhilata wî welatî ve diçe.  

Wezareta Tenduristiya rejîma Îranê di halekê de amarên pêketin û canjidestdanên bi sedema Koronayê dide ber destê ragihandinan ku, şik û gumanekî yekcar zêde li ser wan amaran heye û saziya “Nizam Pizîşkî” ya rejîma Îranê ragihandiye ku: “Amara qurbaniyên Koronayê 3 heta 4 beranberî qasa ragihandî ye”.

Herwisa di vê derheqê de, Serokê Giştî yê Banka Navendî ya Îranê, “Ebdulnasir Himmetî” li roja Pêncşemî 1ê Nîsanê ragihandibû ku: “Îran yek ji wan welatan e ku bi sedema Koronayê di deverê de, zêdetirîn xisar berketiye”.