Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Menca 4 a Koronayê rewşa Îran û Rojhilatê Kurdistanê awirte kiriye

17:02 - 8 Nîsan 2021

Menca 4 a Koronayê rewşa Îran û Rojhilatê Kurdistanê awirte kiriye û rojane bi awayekî zêde belav dibe û tev bajar pêka rengan sor in û amara qurbaniyan demjimêr bi demjimêr zêde dibe û tev parêzgeh û bajar di rewşek awarte de ne.

Yek ji wan parêzgehan ku di nava sê parêzgehên pir metirsîdar de ye, parêzgeha Îlamê ye ku rewşa wê awirte ye û li 9 bajarên wê parêzgahê rewşa gelek xirab e û di 24 demjimêrên derbasbûyî 439 kesan bi koronayê ketine û amara pêketiyên koronyê bi giştî di Îlamê de gihîştiye 30 hezar û 74 kesan.

Pêka amara navenda tendirustî ya rejîmê îro Pêncşemî 19ê Xakelêweyê, 185 kesan canê xwe ji dest dane û 22 hezar û 586 kes jî bi Koronyê ketine.

Bi giştî 2006934 kes di Îranê de bi Koronayê ketine û 63884 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Ew amara ku hatiye ragehandin bi danînaberhev digel amara heftiya derbasbûyî wate 11`ê Xakelêwê ku 10 hezar û 330 kes bûn dide xuya ku amar 2 qat zêde bûye.

Korona bi wî awayî belav dibe û canê xelkê distîne û bûye metirsiyek micid bo ser canê hevwelatiyan, lê di wê halê de jî rejîma Îranê hêj ti hewlek bo dabînakirina vaksena Koronayê nedaye ku bikare heta niviya xelkê Îranê vaksînasiyon bike û ti bernameyek diyarîkirî jî nîne bo pêşîgirtin ji belavbûna wê vîrûsê.

Di rojên derbasbûyî “Seîd Nemekî” Wezîrê Tendûrist yê rejîma Îranê gotibû: “Dibe hemû bajar bo heyama 2 heftiyan bêne qerentînekirin hekî ne amara canjidestdana hevwelatiyan dibe 600 kes di rojê de”.

Herwisa Serokê beşa nexweşiyên Îltihabatî yê nexweşxaneya “Mesîh Danişwerî” gotibû: “Dibe hewleke micid bo pêşîgirtin ji Koronayê bê danê hekî ne rojane zêdetir ji 1 hezar kes canê xwe ji dest didin.

Gelek caran çavkaniyên serbixwe û herwisa çendî car çavkaniyên fermî jî gotine ku amara Koronayê di Îranê de 4 qat ji amara rejîmê zêdetir e.