Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Menca Koronayê bajarên Rojhilata Kurdistanê dadixe

11:41 - 3 Çirriya paşîn 2020

Li parêzgeha Sine 6 bajar bi desema belavbûna vîrûsa Koronayê dê bêne daxistin û bajarê Îlam û Eywan li rewşa reş ya Koronayê de ne û li deverên parêzgeha Urmiyê jî Korona pêsîra xelkê girtiye.

Roja Duşemî 2ê Çirriya Paşîn, Parêzgarê Sine, “Behmen Muradniya” ragihand: “Ji roja Çarşemî, 4ê Cirriya Paşîn ve heta 10 rojan bajarên “Bane, Bîcar, Seqiz, Sine, Kamiyran û Merîwan” dê bêne daxistin û hatûçû dê bêne sînordarkirin û bajarvanî, şirketên “av, berq, gaz û muxabirat” pêka xwe pişka îdarî dadixin û bi tenê îzna beşa hewcehiyên hesatira û lezgîn dê hebe”.

Herwisa berpirsê Zanîngeha Zanistên Pizîşkî yê parêzgeha Îlamê, “Mihemed Kerîmiyan” ragihand: “Bi sedema belavbûna ji astderketî ya vîrûsa Koronayê li bajarên “Îlam û Eywan”ê rewş reş e û bajarê “Dereşehr”ê li rewşa sor de ye.

“Mihemed Kerîmiyan” ragihand: “Gefa micid ya Koronayê li ser canê xelkê Îlam û Eywanê ye û hekî yasayên tenduristiyê neyêne cîbicîkirinê dê rewş hêj dijwartir û aloztir bibe”.

Deverên parêzgea Urmiyê jî di bin gefa Koronayê de ne û hejmara tûşbûn û qurbaniyan dem bi dem zêdetir dibe û heta xelkê çendîn gundan û deveran wekî devera “Mirgewer”, bi neçar deverên xwe qerentîne dikin û bi sedema pêrenegihîştina nexweşxaneyan û herwisa neşiyan û bi kêrnahitina berpirsên rejîmê rewşa xelkê wan deveran hêj dijwartir dibe û xelk neçar in bona berevanî ji canê xwe, bi xwe çareseriya pirsgirêkên xwe bikin.