
Kurdistanmedia: Bona rêzgirtina ji yad û bîra şehîdên 17`ê Xermananê û herweha mehkûmkirina vê kiryara terorîstî, merasimeke taybet li bajarê Koyê de bi rê ve çû.
Li gora nûçeya gihîştî bi malpera “Kurdistanmedia”yê roja Duşemiyê 19`ê Xermananê bi beşdariya komeke berçav ji hizb û aliyên siyasî ên her çar perçeyên Kurdistanê, û beşeke berçav ji kesayetiyên siyasî û akademîst ên Kurdistanê, merasimeke taybet bona rêzgirtina ji şehîdên 17`ê Xermanaê û hevdem mehkûmkirina vê cinayeta bisam ya Komara Îslamî li bajarê Koyê de bi rê ve çû.
Di vê merasimê de, ku li hola Etasay ya Koyê de bi rê ve çû, hizb û aliyên siyasî ên her çar perçeyên Kurdistanê beşdar bûn, û hevxemiya xwe bi boneya vê karesata dilêş bi rêbertî û kadr û pêşmergeyên Hizba Demokrat ragehandin, û binpêkirina serweriya Herêma Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve mehkûm kirin.
Roja 17`ê Xermananê rejîma terorîstperwer ya Komara Îslamî li kiryareke hovane de, binke û baregehên PDKÎ li bajarokê Koyê li Başûra Kurdistanê kirin arman, ku bi vê sedemê ve çendîn têkoşerên Kurdistana Rojhilat û du pêşmergeyên PDKÎ şehîd bûn, û gellek jî birîndar bûn.
Ew tawana Komara Îslamî, karvedan û dijkirayara gelê Kurd lê ket, û cuda ji hizbên siyasî, xelkê mafxwaz ên Kurdistanê jî, ji riyên cur bi cur ve, hevxemiya xwe digel malbatên şehîdan û qurbaniyên vê karesatê eşkere kirin, û hem jî siyasetên şovenîstî ên Tehranê mehkûm kirin.
Biryar e li ser pêşniyar û daxwaza Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê, roja Çarşemiyê 21`ê Xermananê, gelê Kurd li Rojhilata Kurdistanê gireveke giştî bi rê ve bibin.