Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Merasimên meha Miheremê di Kerbela yê de bi rê ve naçin

13:34 - 3 Tebax 2020

Gorî fitwa ya merceîyeta “Şî`e” û biyara Parêzgarê Kerbela yê, îsal ti yek ji rêwresmên Miheremê weke Aşûra û Tasû`a bi sedema berçewgirtina tendirustiya xelkê li hember vîrûsa Korona yê de, bi rê ve naçin.

Parêzgarê Kerbela yê di gel ragihandina wê biryarê, daxwaza rejîma Îranê bo serdana Za`êrên Îranê bo Kerbela yê jî red kir, û fermana girtina derwazên di navbera Îran û Îraq ê da ku heya 13ê Miheremê nabe ew derî bêne wekirin.

Parêzgarê Kerbela yê herwisa di wê biryarê de ragihand ku, heta îzn bi xelkê bajar û parêzgehên dinê ye Îraq ê jî nayête danê ku di Miheremê de serdana Kerbela yê bikin.

Herçiqas parêzgarê Kerbela yê sedemê wê biryarê bona parastina xelkê ji Korona yê daye zanîn, lê bertek û dijkiryareke jî di hember rejîma Îran ê ku bi meqseda xwe mifahê ji hesta oliye xelkê werdigrin û Kerbela bo xwe kirine dukan û bazar.

Bi wê rewşa ku xelkê Îran ê têdaye û rojane sedan kes bi hegera Korona yê canê xwe ji dest didin, Elî Xamineyî û rejîma xwe biryar dane ku rêwresmên Miheremê dê bi rê ve biçin.