Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Merg û Erk

12:43 - 23 Çirriya pêşîn 2020

Kerîm Perwîzî

Dema ku hêzên serkutker yên rejîmekê bi doşkayê di nav bajarekî de destrêjiyê dikne ser xelkê û bi sedan û hezaran gurdanên Îmam Elî dişînin nav kolan û şeqaman de, ku xelkê bi awayên dirindane bikujin, ew rejîme bi rohnî û bi eşkere dibêje ku, ew bi her awayî di pêxema mana “Weliyê Feqîh” û nizamê de, tev mirovan dikuje û amadeyê encamdana her cure komkujî û cînosaydekê ye.

Ew rejîme ger erdhej û lehiyek biqewime, bi hawara xelkê de naçe, da ku dijwarî û azarên zêdetir bikêşin û malvêraniya zêdetir bi ser xelkê de bê, çimkî ji hemû derfetekê mifahê werdigre bo tolhildan li xelkê.

Li gor dîtina wê rejîmê û li serveyî hemûyen Xamineyî bixwe, dujmin pêk tê ji xelkên Îranê û neteweyên akincî yên wî welatî, lewma jî berdewam dûpat dike ku dujmin mijûl e nifûzê dike nav welat de! Li gor dîtina wê rejîmê, tev xelk dujmin in, û dibe bi her awayekî be, bêne kuştin.

Niha vîrûsek hatiye û bûye nê`imetek bo Xamineyî da ku hemû xelkê pê ceza bikin. Vîrûsa Korona ew belaye ye ku rejîma axûndî wê vîrûsê zêdetir bi ser xelkê de belav dike û berfirehiyê died, û bi ser xelkê de dibarîne û mergê wan bo wan bi diyarî tîne.

Di tev cîhanê de welat ber bi kontirola Koronayê ve diçin, lê ew rejîma xwînmij hemû meh û heftiyekê rikurda tûşbûn û kuştiyên Koronayê dişkîne û bi rohnî xuya ye ku rejîm dixwaze xelkê zêdetir bi Koronayê bimrin û dixwaze civatgê pê wê vîrûsê bêxe qedeman.

Niha ku Korona bûye çekeke vîrûsî bi destê rejîma “Filayeta Feqîh”, bo berengarî di şerê dijî wê mîkrobê û komkujiyê, erk e li ser milê civatgehê ku berxwedanî û xweragiriya netewî û civakî rabigihînin û di rastî de dijberiya Koronayê, dijberiya tev rejîma “Wilayeta Feqîh” e.

Hemû netew di Îranê de dibe şerekî seranserî digel êrîşa mîkrobî ya rejîmê wate Korona rabigihînin û xweragirî û xweparêzî li mirina Koronayê xweragirî ye li hember rejîmê ku dixwaze tev civatgehê tûşê mirineke dirindane bike, û di rastî de toleya nerizayetî û xwenîşandana xelkê bi mîkroba Koronayê hildide.

Şerê civatgehê li hember mirina Koronayê, erkek hewce ye dibe li şerê li dijî Koronayê bo hevpêwendiyên civakî û xwerêkxistin û di beşa dawî de jî berevaniya seranserî ya netewan dij bi “Wîlayeta Feqîh” veguheze qonaxeke din, û Xamineyî û Koronayê bi hev re bavêjin nav kirsdanka dîrokê de!