Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Merîwan/ Wergirtina dirav ji qutabiyan ji aliyê berpirsên xwendingehan ve har diçe zaftir dibe

15:20 - 30 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Daxwaza dirav ji dersxwanên du xwendingehên destpêkî û nawendî ên gundê Welejêra bajarê Merîwanê ji aliyê rêveberên xwendingehê ve hatiye kirin.


Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, qutabiyên wan du xwendingehane bi awayeke du şîftî di yek bînayê de dixwînin ku seba xirabî û nasitandarî, hevceyî bi nojenkirinê heye û berpirsên rejîma Îslamî ya Îranê ji ber nojenkirina saxtemanê xwendingehê daxwaza dirav ji dersxwanan kiriye.
3 milyon Tûmen diravê ku bo nojenkirina qutabxana Welejêr hatiye diyarkirin, lê seba terxan nekirina ew hinde dirave ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê û bi taybet îdareya perwerde û hînkirina rejîma han ve, berpirsên xwendingehê bi givaş xistin ser qutabiyan ew hinde dirave werdigrin.
Eva di demekê de ye ku qutabiyên vî gundî diravê feraş û serayedarên xwendingehê jî her bixwe dabîn dikin.
Sala derbasbûyî jî berpirsên du xwendingeha destpêkî û nawendî ên gundê Welejêr bi heceta kirina şofaj pere ji dersxwanan wergirtin.
Piştre jî malpera Kurdistanmedia nûça wergirtin diravê bizorî ji dersxwanên gundê Qişlaxa Pirda ser bi devera Serşêwa bajarê Seqizê û qutabiyên xwendingeha Girdkaşanea devera Lacana Pîranşehrê bilav kiribû.

Karzanê varê perwerde li ser vê bawerê ye, rejîma Îslamî ya Îranê siyaseta nehêştina gelê Kurd di Kurdistana Rojhelatê de girtiye ber ku dersê nexwînin û nexwendewar bimînin û dixwaze ji rêya givaşa abûrî ve vê siyasetî cîbicî bike.
Li gor benda yeka madeya 26\'a ragihandina Cîhanî a mafê mirov bo perwerde û hînkirinê aliyê kêm dibe perwerdeya destpêkî û nawendî bê hemberî bo dersxwanan terxan bike.

Beşa A benda 2\'a madeya 13\'a danezana gerdûniya mafên abûrî û civakî û perwerdeya bê beramber ku Îranê sala 1354\'a Rojî naveroka wê danezanê pejrand, dibêje: Perwerde û hînkirina destpêkî dibe îcbarî û bê beramber be û hemû civak bi asanî bikarin ji vê mefah wergirin.

Her wusa di benda duyema esla sêyema yasa bineretî ya Îranê de hatiye: Dewlet erkdar e hemû îmkanata perwerde û hînkirinê bo hemû astek û qonaxên xwîndinê dabîn bike û herwuha li esla 30\'a yasa bineretiya Îranê dibêje: Dewlet erkdare hevceyên perwerde û hînkirina bê beramber bo hemû xelkek heya dawiya qunaxa amadeyî dabîn bike û xwîndina bilinda jî heta asta xwebijeya welat bi awayeke bê beramber girîngî didetê.

Di Îrana jêr destelatdariya rejîma Îslamî de, tû ji wan yasayane nehatine cîbicîkirin û bigre rejîma Îranê xwe rêxweşker û sedema serekî ya binpêkirina yasaya navdewletî û heta ku yasayên xwe ye jî.