
Kurdistanmedia: Angêlla Mêrkêl Seroka bilinde Alman : Rolê Rûsiye û Îranê li dewerê de berfirehtir dibe
Angêlla Mêrkêl Sedr ezema Alman li axivtinekê de li Meclisa welatê xwe de, basê berfireh bûna nifûz û rolê Îran û Rûsiyê bi sebebê wekişyana hêzên Amerîka li Suriyê de kir, û ragihand ku dê rewşa dewerê dijwar bikin.
Merkêla Seroka Alman, nîgeraniya kure xwe li derbarê êrişa Serbaziye Tirkiyê bo ser herêmên Kurdan li bakura Suriyê de, da xûya kirin.
Angêlla Mêrkêlê li axiftina xwe de basê encamên xirab û siyasiye wekişyana hêzên Amerîka kir û got: ew êka dibe sebeb ku rolê sereke li dewerê de Îran û Rûsiye bilîzin û destêwerdan û nifûza wan zêde dibe, encama wê êkê jî hela niha gelek xûya nake.
Herwisa Mêrkêlê got: ewlehiya Tirkiyê jî li rêka êrişê we dabîn nabe, belkî çare tenê rêka dîplomasiyê ye.