“Meryem Xan Qazî” keça “Pêşewa Qazî Mihemed”, bi sedema nexweşiya şêrpence li “Eman” paytexta Ordonê çû ser dilovaniya xwe.
Roja Yekşemî, 25`ê Reçeme a 1398`an (15`ê Adar a 2020`an), “Mereyem Xan Qazî” keça “Pêşewa Qzaî Mihemed”, bi sedema nexweşiya şêrpence di temenê 73 salî de di yek ji nexweşxanê bajarê Eman a paytexta welatê Ordonê de koça dawî kir.
Meryem Xan Qazî hevjîna “Serdar Begê Caf” bû û yekek ji bihelwestên Kurd û emegdar bi rêbaza bavê xwe û armancên PDKÎ bû û hest û sozeke taybet bo xebatkarên gelê Kurd hebû.
Meryem Xan Qazî li çendîn bûyerên dilêş digel Partiya Pêşewa hest û soza xwe nîşan da. Dema ku nûçeya şehîdbûna rêberê mezên ê gelê Kurd şehîd “Dr. Qasimlo” gihîştê, deset avêt bi qîrîn û hawar kirin û gotibû bavê min şehîd bû. Yan jî di dema dermankirina desteyek ji pêşmergên PDKÎ li Bexdayê ku di jêr çavdêriya pizîşkan de bûn Meryem Xan û malabata wê bi berdewam alîkariya wan dikirin.
Meryem Xan tevê vê ku di jiyana xwe de gelek astengî dîtin gelek caran jî rastê awrebûn û derbideriyê bû, lê ti carî ew dijwariyên jiyanê li ser îradeya nîştimanperwerî ya xwe nedana û bi hêvî bûnê mêzeyê jiyan û xebata gelê xwe dikir.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbata Pêşewayê mezin ê me Qazî Mihemed û nemaze “Elî Qazî” birayê Meryem xan û xwişkên wê û “Dawûd Xaf” kurê “Serdar Caf û Meryem Xanim” û xwişkên wê, û hêvî dike ku riha Meryem Xanê di nav Beheşta zerîn de şad be.
Rêberiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
26`ê Reşeme a 1398`an
16`ê Adar a 2020`an