Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mescidî: Şêvirmendên me ên leşkerî di Îraqê de nemane

12:03 - 29 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Mescidî balyozê Îranê ragehand ku şêvirmendên me di Îraqê de nemane, jiber ku serkevtin bi ser DAÎŞ`ê de bi dest hat.  

Îraqê di sala 1396`an de ragehand ku li şerê li dijî DAÎŞ`ê de serkevtina tewaw bi dest hat, lê heya niha jî hejmarek ji hêzên DAÎŞ`ê mane û carna dest bi êrîşan li dijî hêzên hikûmet dikin.

Havîna îsal bû ku berdevkê Hevalbendiya Şerê li dijî DAÎŞ`ê bi rêbertiya Amerîkayê ragehand ku hêzên Amerîkayî heya wê demê ku aramî nevegere Îraqê, ewê di Îraqê de bimînin.

Heyamek berî wê jî heyeteke NY texmîn kiribû ku nêzî 30 hezar kes ji endamên DAÎŞ`ê herwisa di Îraq û Sûriyê de ne.

Bi vî halî Mescidî jî Amerîka rexne kir ku serbarê vê ku DAÎŞ bi dawî hatiye, lê niha jî di Îraqê de maye û dest kiriye bi bihêzkirina binkeyên xwe. Wî herweha ragehand ku wan şêvirmendên xwe ên leşkerî di Îraqê de nehêlane.

Trump di wan dawiyane de serdana Îraqê kir û çû nav hêzên xwe de, û li wir ragehand ku hêzên wan li wir dimînin bona vê ku her demekê hewce bû li lidjî DAÎŞ`ê bi kar bînin. Herwisa ewê rejîma Îranê jî bixin bin çavdêriya xwe de.

Trump berevajiyê Îraqê ragehand ku hêzên wan, wê ji Sûriyê derekvin.