
Kurdistanmedia: Li ser daxwaza Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê, meşek li pêşberî Wezareta Derve ya Amerîkayê bona piştevaniya ji xebata rizgarîxwazane ya Kurdistanê bi rê ve çû.
Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanemedia”yê, roja Çarşemiyê rêkewt 12`ê ÎLONê, hevberî 21`ê Xermananê, li ser daxwaza Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê meşek li pêşberî Wezareta Derve ya Amerîkayê bi rê ve çû, ku tê de bêzariya xwe nîşan dan, derheq êrîşa mûşekî ya li ser baregehên PDKÎ li bajarê Koyê, ku tê de 17 têkoşerên Demokrat û din ava wan de jî endamên rêbertiyê şehîd bûn, û zêdetir ji 40 kes jî birînfar bûn.
Hevdem meşvanan bidarvekirina sê bendkiriyên Kurd ku roja 17`ê Xermananê ji aliyê rejîma sêdarê ve hatin bidarvekirin, mehkûm kirin.
Meşvanan bi zimanên Îngilîzî û Kurdî û Farsî diruşm dan, û siûdên şoreşgerî xwendin, û wêneyên şehîdên 17`ê Xermananê hilgirtin.
Meşvanan, daxwaza hevkariya Amerîkayê kirin bo guherîna rejîmê li Îranê, û ser vê baweriyê bûn, heta ku Komara Îslamî hebe, aştî û aramî di Rojhilata Navîn de tunabe.
Di vê meşê de, Kameran balnûr û Rehîm Reşîdî li ser gireva sertaserî û li ser pêwîstiya piştgiriya Amerîkayê ji Kurdan, axavtinek kirin, û biryarnameyek radestî Wezareta Derve ya Amerîkayê kirin.
Biryar e ku Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê roja Yekşemiyê jî merasima şehîdên 8`ê Îlonê bi rê ve bibe, û li ser eşkerekirina terorîzma Îranê berdewam be.
Hêjayî basê ye ku tevî nûnerên hizbên siyasî ên her çar perçeyên kurdistanê, komeke azadîxwazên neteweyên Îranê û çalakên mafê mirovan û ragehandinên kurdî û biyanî jî amad ebibûn.