
Kurdistanmedia: Xelkê Îranê li dijî xemsarî û neberpirsbûna karbidestên rejîma Îslamî ya Îranê, meşên nerazîbûnê lidar xistin.
Li gorî raporên belavbûyî, hevwelatiyên bajarê “Bûşêhrê” bi sedema nebûna dezgehên xizmetkirinê, û bitaybet nebûna ava vexwarinê hatine ser şeqaman, û lidijî xemsarî û neberpirsayetiya karbidestên rejîma Îranê xwepêşandan encam dane.
Li gorî raporan xelkê “Burazcan”ê jî bi sedema nebûna ava vexwarinê rijiyane ser şeqaman, û bi agirberdana tekerên tirombêlan riya hatin û çûnê daxistine.
Xelkê vî bajarî sê rojan carekê ava vexwarinê ji van re tê, û digel pirsgirêka nebûna avê rûbirû ne.
Serbarê van xwepêşandanên xelkê vî bajarî, soz û qewlên berpirsên rejîma Îranê ji bo dabînkirina ava vexwarinê negihîştine tu encamekê.
Deverên navendî yên Îranê, di warê paşkevta ava bin`erd û ser`erd, tûşî kirîza kêmaviyê bûne, û rejîma Îranê jî, ji bo çareserkirina vê kirîzê, bi veguhastina avê, û dirustkirina bendavan, deverên din yên Îranê weke Kurdistan û bakûrê Îranê jî tûşî vê kirîzê dike.
Çûna serê a %6 a pileya germbûna hewayê, kêmbûna rêjeya baranbarînê, kêmbûna ava bendavan bo asta %50, pêşîgirtina ji tijîbûna çavkaniyên avên bin`erd û dehan sedemên din nîşan didin, ku Îranê sînorên kirîzan derbaz kiriye, û heta heyameke din dibe çavnihêrê kirîza mirovî be.
Li gorî raporan 57 bendavên Îranê, av tê de nemane, û rêjeya avên ku dirêjne nava bendavan li çav sala derbazbûyî %15 kêm bûne.
Dirustkirina bendavên neyasayî û nebûna bername û pilanên taybet, ji aliyê berpirsên rejîma Îranê derheqê avê de, pirsgirêkên micid ji bo xelkê afirandine.