
Kurdistanmedia: “Washington Times”ê di raporekê de belav kiriye, ku meşên Tehranê encama siyaseta teror, binajoxwazî û etomiya Îranê ye.
Di vê raporê de hatiye ku nerazîbûnên meha Befranbara sala borî ku di Meşhedê de serî hildan, û piştre bajarên din ên Îranê jî bi xwe ve girtin, cîhan hejandin, û niha jî ew nerazîbûn bi awayekî bihêztir ji Tehranê serî hildane.
Di vê raporê de hatiye, nerazîbûn li Tehran, Kirmaşan, Şîraz, Erak û çend bajarên din hebûn, ku li dijî rewşa aborî ya welat bûn, û piştre rengûrûyê siyasî bi xwe ve girtin.
Kirîza diraw, herifîna aborî, û giraniya kelûpelan encama siyaseta berpirsên rejîmê bûn, ku heyiyên xelkê Îranê bi heder dane. Berpirsên rejîma Îranê li pey pirojeya etomî bûne, yan jî bi belavkirina binajoxwazî û tundrewiyê, û xweşkirina agirê şer di navçê de nearamî vegeşandine.
Ew rapora rojnameya “Washington Times”ê ya Amerîkayê di demekê de ye ku Ruhanî gotiye: Aboriya hikûmetê di vê meha dawiyê de xirab nebûye, û hemû ew nûçe piropagendeya biyaniyan in, û heta di rewşa herî xirab de jî, soz didim ku hewcehiyên serekî ji bo Îraniyan dabîn bikim. Me şekir û genim û rûneke zaf bo xwarinê heye.
Heyama çend rojan e ku li bajarê Tehranê xelk li dijî berpirsên rejîma Îranê xwenîşandan dest pê kirine, û diruşmên li dijî deshilatê li ser şeqaman didin.
Nûçegihaniyên rejîma Îslamî ya Îranê belav kirine, ku serkomarê vê rejîmê qewl daye xelkê, ku kêşeyan çareser bike.