Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Deshilatdarên Herêma Kurdistanê êrîşa bo ser hêzên Hevpeymanan şermezar kirin

11:08 - 13 Adar 2020

Deshilatdarên Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barizanî weke Serokê Herêm û Mesrûr Barizanî weke Serokwezîrên Herêma Kurdistanê, êrîşa bo ser binkeya Serbaziye Amerîka li Tacî ya Îraqê, şermezar kirin.

Nêçîrvan Barizanî Serokê Herêma Kurdistanê, Tevî Şermizar kirina wê êrîşê, ragihand ku ev cure êrîşane dikarin derfetê bo girûpên terorîstî çêbikin ku ewlehiya hemî Îraqê bêxne ber tirsê.

Lewma Serokê Herêmê daxwaz dike hindî zû encamderên wê Îrîşê peyda bikin.

Herwisa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, di daxuyaniyekê de, bi xurtî, êrîşa şeva derbasbûyî ya bo ser binkeya leşkerî a bi navê "Tacî" li bakurê Bexdayê, bi xurtî şermezar kir.

Roja derbasbûyî, binkeya laşerî a "Tacî" di bakurê Bexdayê de, rastî êrîşa mûşekan hat û di encamê de, 2 Serbazên Amerîka û Serbazekî Brîtaniya, hatine kuştin û 11 Serbazên din jî, birîndar bûn.

Li ser vê mijarê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Bazanî, ragihand: "Bi xurtî vê êrîşê şermzar dikin, ku şewa derbasbûyî, li ser binkeya Leşkerî a "Tacî" li Iraqê hatiye kirin û bûye sedema canjidestdan û birîndarbûna hejmarek rahêner û şêvirmendên hêzên Hevpeymanan.

Ew kiryare didemekê deye ku, niha gefa terorê li Iraq û nawçeyê berdewam e, kiryarên wiha, pêgehê bo bihêzbûna gurûpên tunajo peyda dike.