Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Metirsiya daxistin li ser kanên qîr a sirûştî di parêzgeha Kirmaşanê de heye

12:46 - 8 Gulan 2020

Daketina nirxa neftê, bazara qîr a sirûştî bi qasî %95 sekinandiye û hegera daxintina giştî li ser wan kanên qîrê heye.

Roja Pêncşemî, 7`ê Gulanê, Serokê Encumena Sendîkaya Kanên Qîr a Sirûştî di bajarê “Giyelan”ê de, “Cehanbexş Mercanî”, di hevpeyvînek digel nûçegihaniya “ISNA” a girêdayê rejîma Îranê de got: “Nirxa ku niha bo kirîna qîra sirûştî tê pêşniyarkirin, niviya nirxa meha derbasbûyî ye û em rastî daketina micid a nirxa qîra sirûştî hatine”.

Herwisa  “Cehanbexş Mercanî” bas ji daketian micid a daxwaza kirîn û bazara qîra sirûştî di hindur û derveyî Îranê de kiriye û got: “di wan heyamên derbasbûyî de, ti xwazyareke kirina qîrê tinebûye.

Pêka gotinên wî berpirsê rejîmê, di wê rewşê de ku xercê derxistina qîr ji wan kanan zêdetir ji dahata wê ye, dibe ew kan bêne daxistin.

Rewşa aboriya Îranê ku di nav krîzan de roj bi roj aloztir dibe, bandor li ser hemû aliyên jiyana xelkê Îranê daniye û bi daxistina kompanî û kargehên berhemhêner, hem dahat kêm bûye û hem xelk rastî betaliyê hatiye.