Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Metirsiya koçberiya 6 milyon kesan ji ber zuhabûna gola Urmiyê

16:23 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Eger Gola Urmiyê zuha bibe dê nêzîkî 6 milyon gundî neçar bibin gundê xwe biterkînin.

Li gor nûçegihanên hundirî welat Îranê, a niha pitir ji 6 milyon kes di gundên derdora gola Urmiyê akincî ne û eger her wiha here pêş û gola Urmiyê hişik bine naçar in gundê xwe biterkînin.

Eger ava gola Urmiyê zuha bibe piraniya gundên derdora golê ku bi giştî 6 milyon kes in dê ji gundên xwe bar bikin.

Bahoza xwê hemû deverê derdor û berhemên cotkarî jî dixe metirsiyê.
Heta niha gellek rayedarên Îranê soza rizgarkirina gola Urmiyê dane. Herî dawî Serokomar Hesen Rûhanî di xebatên xwe yên hilbijartinê de soz da, dema bibe serokomar yekemîn karê ku bide pêşiya dê gola Urmiyê be lê heta niha deng ji Rûhanî derneketiye.

Li gorî lêkolînên herî dawî, rêjeya xwêya gola Urmiyê, du caran ji rêjeya normal a xwêya golê zêdetir bûye û di her lîtrek ava golê de nîv kîlo xoy heye.