Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Metrsiya radestkirina dijberek siyasî yê Ereb ê Ehwazê ji aliyê Tukriye, bo Îranê heye

16:00 - 1 Kanûna Paşîn 2022

Roja Pênçşemî 23`ê Kanûna Pêşîna 2021`an polîsên îdareya penaberên Turkiye, endamê Partiya “Hevgirtina Demokratîk a El-Ehwazê” “Ebdulxizr Dorqî”, re ragihandine ku, heta mehekê derfet heye ku wî welatî bicih bihêle.

 “Ebdulxizir Dorqî” di sala 2005`an de di kombûnên nerazayetî yên li bajarê Ehwazê, beşdarî kiribû û ji aliyê navedên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û lêkolîn ji wî hatibû kirin; Navbirî  di vê derheqe de gotiye: “Min ti cihek din tineye daku ez û 7 zarokên xwe penaya xwe bo bibin û nikarim jî xwe veşêrim, ez ditirsim ku min radestî Îranê bikin.

Navbirî di heyama binçavkirinê de, bi cudahîxwaz hatibû tawanbar kirin û bi sedema givaş û gazîkirinên lipeyhev ên navedên ewlehiyê, neçar mabû di sala 2009`an de, cih û warê xwe bi cih bihêle û di welatê Kuwêytê de niştecî bibe.

Di vê derheqê de, Saziya Mafê Mirovî ya Ehwazê ragihandiye ku, di heyama sala 2014`an de rejîma Îranê hewl daye ku bi givaşxistina li ser dewleta Kuwêtê, wan neçar bike wî çalakvanê siyasî radestî Îranê bikin, lê “Dorqî” berî desteserkirinê, welatê Kuwêyt bi cih hêlabû û li welatê Tirkiye niştecî bûye.

Rejîma Îranê heta niha çendîn endamên Partiya “Hevgirtina Demokratîk a El-Ehwazê”, binçav û îdam kirine.