3ê welatên Ewropayê di daxuyaniyekê de ragihandin: “Armanca rejîma Îranê ji meyandina oraniyom a %60an, berhemanîna çeka navikî ye”.
Wezîrên Derve yên “Troîka”ya Ewropayê di daxuyaniyekê de, nigeraniya xwe li derheq destpêkirina meyandina %60an a oraniyomê, dane nîşandan.
Malpera înternetî a Wezareta Derve ye Firansê nivîsandiye: “Wezîrên Derve yên “Troîka”ya Ewropayê (Alman, Firanse û Birîtaniya)yê, piştî destpêkirina meyandina %60an a oraniyomê bi rêya santrîfiyûjên pêşketî, ji aliyê rejîma Îranê ve, bi çavê nigeraniyê ve zêrevaniyê li ser dikin.
Li berdewamiya wê daxuyaniyê de hatiye ku, “Ewa guherîneke micid e, bi wê hegerê ku berhemanîna oranuiyomê bi tiyatîa zêdetir e, pêngaveke girînge li pêxema berhemanîna çeka navikî ye, ew di halekê de ye ku Îranê ti hewcehiyeke ne-leşkerî bona meyandina oraniyomê bi wê astê, tinîne.
Herwisa “Troîka”ya Ewropa li wê daxuyanuiyê de ragihandiye: “em li derheq wan hewlên Îranê bona danîna hezar alavên santrîfiyûjên din li binkeya “Netenz”ê de ku dibe sedema zêdetirbûneke berçav a meyandina oraniyoma Îranê, nigeraniya xwe didine xuyakirin”.
Wan welatan li daxuyaniya xwe de , hewlên rejîma Îranê bi gefekî mezin binav kirin û tekezî kirin ku ew hewl, dijatîkirin li derheq niyetpakiya danûstandinên di “Viyenê” de ne”.