Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Meyandina Uraniyom di binekya navikî a Fordoyê de berdewam e

12:11 - 14 Îlon 2020

Serokê Saziya Vizeya Navkî yê rejîma Îranê, Elîekber Salihî ragihandiye ku di binkeya navikî a “Fordo”yê de 1 hezar û 44 emrazên Santrîfiyûjê, karê meyandina Uraniyomê dikin.

Roja Yekşemî, 13ê Îlonê, Serokê Saziya Vizeya Navkî yê rejîma Îranê, Elîekber Salihî gotiye: “Siyaseta pêngav a 4ê ya kêmkirina pêbendî bi girêbesta “Bercam”ê, ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye cîbicîkirinê û pêka vê yekê, me aliyeke binkeya Fordoyê bikar xistiye”.

Pêka biryarên girêbesta“Bercam”ê, binkeya navikî ya “Fordo”yê diba hemû çalakiyên xwe li ser meyandina Uraniyomê bidaba rawestandin, lê niha ew alavên santrîfiyûjê Uraniyomê dimehînin.

Rejîma Îranê tevî hişdarî û nerazîtiya Yekîtiya Ewropa, Amerîka û Saziya Navnetewî a Vizeya Navikî, meyandina Uraniyomê bi eşkere û heta bi nehênî jî berdewam kiriye.

Rejîma Îranê rêgirî ji serdana çavdêrên Saziya Navnetewî a Vizeya Navikî bo 2 binkeyên meyandina Uraniyomê kiribû û ew çavdêrên navkî bi sîxûrên dujmin binav kiribûn.

Pêka binyat û siyaseta bingehîn ya rejîma Îranê, bi her awaykî yasayî û heta neyasayî, nabe meyandina Uraniyomê raweste û bidestveanîna çeka navkî xeyal û xweziya rejîma Îranê ye ku bi hizra xwe, mana xwe garantî bike.