Roja Duşemî 31`ê Kanûna Paşîn, Hêza Deryayî ya Amerîkayê, mezintrîn manhora Deryayî axwe li binkeya Gemîvaniya Amerîkayê ya li Behrêynê destpê kir.
Ev manhora weke mezinitrîn manhora Deryayî ya Amerîkayê di Rojhilata Navîn de tê hesabkirin ku, bi amadebûna 60 welatan hatiye lidarxistin.
Herwisa ev manhora ku bi “A.M.X 2022`an”, hatiye binavkirin, bo heyama 18 rojan û bi amadebûna 9 hezar wezîfedarên leşkerî û 50 belemên şerker û bi serpereştiya Hêza Deryayî ya Amerîkayê hatiye lidarxistin.
Li sala 2012`an şonda, ev heftemîn manhora Leşkerî ya Deryayî ya navdewletî tê hesab kirin.