Li devera “Mîdyat” a girêdayî bajarê “Mêrdîn” yê ser bi Bakurê Kurdistanê bajarekî mezin ê bin erdî peyda bûye ku ew bajar bi navê bajarê şikevtan tê naskirin ku heta niha %3 a wî bajarî hatiye dîtin.
Şûnwarnasên Tirkiyê bas ji peydakirina mezintirîn bajarê bin erdî li devera “Mîdyat” nêzî bajarê “Mêrdîn”ê kirine û gotine ku heta niha %3 a wî bajarî hatiye dîtin ku di wî şûnwarê dîrokî de heta niha 49 ode, cihên olî, kolan, rêyên nihênî û wêneyên li ser keviran hatine peydakirin.
Pêka gotina şûnwarnasan, ew bajarî bin erdî zêdetir ji hezar û 900 salan cihê jiyana mirovan bûye û 60 heta 70 hezar kesî di wî bajarî bin erdî de jiyane.
Bajarê Mêrdîn, xwediyê çendîn şûnwarên dîrokî yên şaristaniyeta Kurd e û ew bajarê Kurdistanê çendîn deverên dîrokî hene ku devera “Mîdyat” yek ji wan e.
Dîroka bajarê Mêrdînê vedigere bo zêdetir ji 5 hezar sal berî niha ku şaristaniytên Kurd yên wekî Somer, Hîtî û Uraratû di wî bajarî de jiyane.