Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mezlûm Kobanî: Pilana Erdoxan ya bicîhkirina milyonek kes pir metirsîdar e

11:17 - 12 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Fermandê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî, bersiva Erdoxan da û ragihand, eva ku Erdoxan behsa wê dike, pir metirsîdar e.

Serkomarê Tirkîyê Recep Tayîp Erdoxan gotibû, ew dê milyonek penaberên Sûrî li bajarên Girê Spî û Serê Kanîyê yên Rojavayê Kurdistanê, ku niha wekî herêma aram ji alîyê Tirkîyê ve hatine dagîrkirin, bicîh bikin.

Her di vê derheqê de jî, Fermandê Giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî, li ser twîtera xwe daxuyanîyek da û got: ‘‘Bicîhkirina miloyanek kes li bajarên Girê Spî û Serê Kanîyê pir metirsîdar e ji ber ku ew dixwazin kesên bîyanî li wan bajaran bi cîh bikin.

Herwiha Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk daxwaz ji Amerîka û Rûsyayê kiriye ku mekanîzmek were dîtin, daku xwediyê rasteqîn ên navçeyê vegerin ser mal û milkên xwe.