Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Michael Corriella rejîma Îranê weke hêza herî bêîstiqrar li Rojhilata Navîn de bi nav kir

12:28 - 20 Gulan 2022

Michael Corriella fermanderê nû yê Stada Fermandehiya Navendî yê Amerîkayê (Centcom)ê di gotûbêja digel Kovara Neşnal a Îmaratê de ragihan ku: Hêza herî bê îstiqrar û têkder di Rojhialta Navîn de rejîma Îranê ye.

Michael Corriella fermanderê payebilind yê hêzên Amerîkayê li Rojhilata Navîn de, di serdana xwe ya bo welatên hevpeymanê xwe ên weke Misr, Îmarat, Erebitan û Îsraîlê de da diyar kirin ku, di wan hevdîtina de tev mijar liderheq gefên mehadina Oranyonm û serhildanênê girûpên çekdar yên ku ji aliyê rejîma Îranê ve tên piştevanîkirin bûn û ew weke gefek mezin li ser herêmê zanîn e.

Herwia navbirî di vê hevpeyvîna xwe de got: Ez li ser vê baweriyê me ku, nîgeraniyên me hevparin û bi nerîna me sebeba sereke ya ne aramiya herêma Rojhilata Navîn, Îran û girûpên ku ji aliyê vê rejîmê ve tên piştevanîkirin in.

Wî fermanderê paybilind yê hêzên Amerîkayê li Rojhialta Navîn de bang ji hewldanek hevgirtî ji bo rûbirûbûna digel Îran û herwisa çekdarên Husiyên Yemenê ku ji aliyê vê rejîmê ve tên piştevanîkirin kir.

 Michael Corriella ragihand: Amerîka ti carî îzin nade ku destê rejîma Îranê bigihîşe bi çeka navkî û ev serdana min jî çareserkirina nîgeraniyên hevpeymanê me ne.