Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Michael Kurilla: Kiryarên têkder yên rejîma Îranê bê bersiv namînin

19:22 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2022

Michael Kurilla fermanerdê nû yê Stada fermandehiya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM)ê got: Kiryarên êrîşker yên Îranê di deverê de nabe bê bersiv bimînin.

Roja Yekşemî 3ê Tîrmehê, rojnameya “Washington Post”ê di raporekê de nivîsiye, di meha Hezîranê de, karbidestên Amerîkayê rêze kiryarên tûjker û têkder yên rejîma Îranê û Rûsyayê yên di herêma Rojhilata Navîn de şermezar kirin.

Dawiya meha Hezîranê “Michael Kurilla” serdana yek ji binkeyên leşkerî yên hêza operasiyona taybet ya Amerîkayê ya bi navê “El-Tanf” ya li rojhilatê Sûriyê kir û li derheq êrîşên tûjker û têkeder yên Rûsiyayê, yên li Rojhelata Navîn yên li dijî Amerîkayê got: Emê berevaniyê ji xwe bikin û em li bersivdanê jî natirsin.

Her di vê derheqê de, Fermanderê Navenda Fermandehiya Amerîkê yê Sêntkam(CENTCOM)ê “Michael Kurilla” di serdanên xwe yên vê dawiyê de ku serdana welatên weke Misr, Îmarat û Erebistanê kiribû, Îran weke têkderê sereke yê ewlehiya Rojhilata Navîn da zanîn.