Pêka rapora “Middle East Eye”, rejîma Îranê ji Erebistanê daxwaz kiriye ku li hember rawestandina êrîşên Hûsiyan li ser navendên neftî yên Erebistanê, dewleta Erebistanê jî bo firotina nefta Îranê alikariyê bi Îranê re bide.
Roja Înê 14ê Gulanê, belavoka “Middle East Eye” ragihandiye: “Pêka hin çavkaniyên Îraqê ku li danûstandina di navbera Îran û Erebistanê li bajarê Bexdayê de beşdar bibûn, Komara Îslamî li pey ticareteke neasayî digel Erebistanê ye. Ew Danûstandin zêdetir ji 4 demjimêran berdewam bûye ku piranî li ser şerê Yemenê bûye”.
Rejîma Îranê bi vî awayî dixwaze Hûsiyan wekî karteke givaşê li ser Erebistanê bikar bîne û bi ragirtina êrîşên Hûsiyan, bi awayekî Erebistanê razî bike ku bona dorlêdana dorpêçên Amerîkayê û bona firotina nefta xwe, Erebistan alîkariyê bi wan re bide.
Erebistan mezintirîn rikeberê Îranê li deverê û yek ji hevpeymanên Amerîkayê ye û rejîma Îranê jî bona firotina nefta xwe hewceyî bi alîkariya welatekî wekî Erebistanê heye.
Herwisa “Middle East Eye” li rapora xwe de gotiye: “Niha Îran bona firotina nefermî ya nefta xwe, bi piranî girêdayê Îmarat û Emmanê ye û bona dorlêdana dorpêça Amerîkayê hewceyî bi derfeteke deveriye din heye”.
Heta niha berpirsên Îran û Erebistanê li derheq wê raporê, ti bertekek nîşan nedane.