Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mifahvergirtin ji berhemên şîr di Îranê de %30 kêm bûye

17:53 - 8 Kanûna Paşîn 2022

Bi sedema karlêkeriyên aborî yên Korona , Enfilasiyon û bilindbûna nirxa xwarin û berhemên şîr, rêjeya mifahvergirtin ji berhemên şîr di Îranê de %30 kêm bûye.

Mifahvergirtin ji berhemên şîr di xwarina rojaneya xelkê de ji hewcehiya standard gelek kêmtir bûye.

Bi berevirdkirina rewşa niha û bilindbûna nirxên berhemên şîr, qasa kirîn û xwarina wan berheman gelek daketiye.

Bilindbûna nirxa berhemên şîr û zaniyariya kêm a xelkê ji qazancên wan berheman, bûne sedem ku rêjeya mifahvergirtin jî wan kêm bibe.

Berhemên şîr çavkaniya bingehîn a “Kelsiyom û Fosfor”ê ne ku di her temenê de û bi taybet bo zarokên ku temenê wan li jêr 5 salan de ne û herwisa bo nûciwanan bo bihêzkirin û qahîmbûna êstik û didanan gelek bi qazanc in.