Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mihabad/ Bi sedema madayên nakotîk welatiyek mir

21:03 - 26 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Bi sedema bikaranîna madeyên hişber hemwelatiyek ji aliyê çend havalên xwe ve hat kuştin. Bi gotina hinek çavkanî din, bi sedema bikaranîna zêde a madeyên sirker canê xwe ji dest daye.

Li gor rapora Kurdistanmedia û bi pişt girêdan bi çavkaniyekî hayîdar ji meselê li bajarê Mihabad, di bervara 24’ê Hezîrana 2014’an de, 4 hevwelatiyên Kurd bi sedema bikaranîna zêde a madeyên sirker tûşî sûça mirovkujî bûne.

Çavkaniya han bi malpera Kurdistanmedia ragehand: Ew çar kese bi hinceta seyîranê çûbûne devera Berî Meydanan a Pîranşehrê û di vî cihî de bi sedema bikaranîna zêde a madeyên nakotîk yek ji hevalên wan tê kuştin.

Bi gotina vî kesî ku nexwast navê vî eşkere bibe eşkere kir: Sê kesên din jî paş vê qezayê ji aliyê polîs ve hatin girtin.

Malpera Kurdistanmedia tenê bo derxistina rastiya nûça kuştina hemwelatiyê Mihabadî xwe bi berpirsiyar dizane û çawanî û cura sûçê li devê hemwelatiyan bo xweneran eşkere dike.

Çavkaniyekî din serbarê pişt rastkirina nûça kuştin an can ji dest dan welatiyan han, got: Di nav bajarê Mihabadê de basa evê heye ku ew hemwelatiye bi sedema bikaranîna madeyên hişber li cirê heba Îksitazî canê xwe ji dest daye.

Nirxa erzan, piraniya madeyên nakotîk,nebûna yasayek bo pêşîgirtin ji berhemanîn û kirîn û firutin, nebûna xizmeguzarî ê şemendeferî û çaresekirin, bêparbûn ji xizmetguzariyên civakî û abûrî, nebûna kar, nexwendewarî, nebûna agahî ji asewarên xirap ên bikaranînê û belengazî, ji wan sedemane ye ku bide sedema zêdebûna rêjeyekî zaf bo bikaranîna madeyên hişber li Îranê Kurdistanê de û bandora xwe li ser hemwelatiyan dadinêtin.