
Serokê meclîsa rejîma Îranê gotiye ku “em îznê nadin ku, Ajansa Navnetewî ya Wizyeya Navikî helqeya sîxuriya dujminên me bigehîne encamê.
Roja Yekşemî, 5ê Tîrmehê, Serokê meclîsa rejîma Îranê, “Mihemed baqir Qalîbaf”, di civîna eşkere ya meclîsa rejîma Îranê de baskiriye ku em hemberî zêdexwaziya “Şêwraya Hukam” û “Ajansa Navnetewî ya Wizyeya Navikî” dê rawestin û em îznê nadin ku, “Ajansa Navnetewî ya Wizyeya Navikî” helqeya sîxuriya dujminên me tekmîl bike.
Herwisa wî berpirsê rejîma Îranê tekez kiriye ku “Şêwraya Hukam bila bizanin ku siyaseta me ya derve û nûnerên xelkê, îznê nadin ku Ajansa Navnetewî ya Wizyeya Navikî her karekê ku pê xweş be bike û helqeya sîxurî û ewlehiya dujminên me tekmîl bike.
Pêka gotinê Serokê meclîsa rejîmê, çavdêrên “Ajansa Navnetewî ya Wizyeya Navikî”, wekî sîxurên Amerîka û Îsraîlê dibîne û wan çavdêran wekî endamê dezgehên ewlehiyên dujminan dihesibîne, lewma bi caran pêşî ji wan çavdêrên “Ajansa Navnetewî ya Wizyeya Navikî” girtine ku nekarin serdan û lêkolîn di binkeyên navikî yên Îranê bikin.
Rejîma Îranê bi afirandina dujminên xeyalî di destpêka şoreşa gelên Îranê de hemberî hemû cîhanê rawesta û ew bi dujminê xwe hesiband heya îro ku piraniya welatên cîhanê, rejîma Îranê bi “Alîkarê sereke, bingeh û binyata terorîsmê” di cîhanê de nas dikin.